1. Ana Celia de Armas Caso (jidayîkbûn: 30ê nîsana 1988an) lîstikvaneke kûbayî-spanyayî ye. pêşî di fîlmên spanî de dilîze, piştî ku diçe los angelesê di fîlmên îngilîzî jî dilîze. yekem fîlmê ku tê de bi îngilîzî lîstiye knock knock (2015) e. di sala 2017an de di fîlmê blade runner 2049ê de bi ryan goslingî re dilîze. min jî ew di vê fîlmê de nasî. bi rola xwe ya di fîlmê knives outê de (2019) ji bo xelata kureya zêrîn ya listîkvana baştirînê wekî berendam tê nîşandan. |
|
20.12.2020 14:34 |
keyomerd
|
2. aktrîsta ku kêfa min gelek jê re tê. û di fîlma knives out de pir baş lîstiye. |
|
20.12.2020 17:23 |
xelîl
|
4. Heheyy keçça dêla! Ew qasî xweşik e vêce ser de jî dipeyîve. Wilan ez ev qasî xweşik bama min tişteke din nedikir. Ev him lîstikvaniyê dike him îspanyol e him dansê dike. Gotinek heye nizanim min ji kû xwend dibêje "ew qasî xweşik bû ku tê bêjê qey xwedê ji xwe rw çêkiriye". |
|
12.05.2021 21:59 |
xwelî li ser
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |
|
bnr [2] |
|
hêvî (stran) [2] |
|
erling braut haaland [1] |